Ez çi bêjim çi beyan kim
Mexfiyetan ez eyan kim
Sirê Dilî aşkera kim
Kes bi halê min nezane
Çendî bêjim sir û halan
Ax ji destê çavxezalan
Her dinalim mah û salan
Kes bi halê min nezane
Mah û salan ez dinalim
Şev û roj talibwisal im
Aşiqê bejna şepal im
Kes bi halê min nezane
Tu bihata, kaniyek din li Xanikan zêde dibû.
Tu bihata, Nêrgizlokê ji êvar de Rêber bû
Tu bihata, xewlecî bû binê pirê:
Kîjan xofê nehişt ku tu bidî rê
Xayînê, tu bihata
Ev dil li dû te Binxet nedibû
#ArjenAr
î