![Qehwe û Felsefe Profile](https://pbs.twimg.com/profile_images/1718724875697762304/7FCemeSR_x96.jpg)
Qehwe û Felsefe
@qehweufelsefe
Followers
516
Following
91
Statuses
236
Qehwe û Felsefe weşaneke podcastê ya di derheqê Felsefeyê de ye. Amadekar: @muraddildar & @sezgindinc1
Joined October 2023
RT @qehweufelsefe: Beşa 36an a Qehwe û Felsefeyê bi mijara "ORÎGENES : VIYANA MIROV" li ser hemû platformên podcastan berdest e. Bê qehwe…
0
8
0
Xebateke pirr girîng û hêja ye. Em ji dil û can pîroz dikin 😊 Spasiyeke mezin ji bo kedkar û xebatkaran 😊☘️☘️
Pirtûkên dibistanê li ser #felsefe ji #Rojavayê #Kurdistanê. Gava yekemîn hatiye avêtin. Her tişt bi Kurdî ya me ye. Em e xwedî derkevin. Pîroz be. "Hebûnparêzî (#Existentialism): Hebûnparêzî, bi giranî hizirîneke sedsala 20an e. Li ser watedayina jiyanê radiweste. Ew têgihîştineke bi rewşa civakê ve girêdayî ye. Rewşa aborî, civakî û ya giyanî dinirxîne. Ev hizirîn, li şûna ku li cewherê hebûnan bigere û bizanibe, li cewherê mirov digere û xwenasîna wî bi tixûb dike. Herwiha vê nasîna wî dike navenda tevahiya ragihandinên xwe. #JeanPaulSartre, nûnerê vê têgihîştinê ye û dibêje: «Her tiştek hebûn û cewherekî wî heye». Li gorî wî jî cewher ya bingeh e û yê ku hebûnan dike hebûn ew cewher bi xwe ye. Di tiştan û tevahî heyînan de, cewher berî hebûnê tê. Lê di mirov de, hebûn destpêkê çê dibe, piştre jî cewher tê. Hin hizir û perensîbên girîng yên felsefeya hebûnparêziyê: 1. Bi baldarî li ser hestên mirov weke bêhêvîtî, tirs, xem.. hwd, dihizire. 2. Azadî, Hebûna mirov bi xwe ye û bêyî wê mirovbûn tune ye. 3. Azadiya bêsînor, ji bo avakirina kesayeteke têgihiştî ye. 4. Mirov bi hiş, hest, giyan û laşê xwe, zindiyekî tekûzbûyî ye. 5. Derketina li hember kevneşopiyên ku azadiya mirov kelepçe dike. 6. Berovajî nerînên felsefeyî yên ku berê li ser zanîn û vacê radiwestiyan e, hebûnparêz li ser pirsgirêkên hebûna mirovî weke mirin, jiyan, berpirsyarî û azadiyê radiweste." @qehweufelsefe @AliGurdili @xwenas_4005 @ZinareXamo Gav bi gav. Her roj saetek Kurdî. ✌️
0
1
6