Wek dawîya romana 3 gav û 3darek, ez gihame dawîya roman derbarê Mele Mistefa Barzanî jî. Ez gelekî xemgîn im. Naxawzim wî dîmenê dawî binivîsim ku Barzanî jiyana xwe tê de ji dest dide. Ev bêtirî salekê ye ez li gel wî dijîm. Mirina wî bi min gelekî dijwar e. Ez niha digirîm.
Li cem dewleta tirk, her kurdekî ku xêra millet û welatê xwe bixwaze, doza mafên xwe bike, terorîst e. Komar li ser vê idolojîyê ava bûye. Loma kesekî mîna min jî, di biryara mehkema cezayê ya Enqereyê de, alîgirê PKK dihesibînin.
Li şûna ku tu bibêjî Sevgilim, kalbim, ruhum, hayatim, bibêje dilê min, rihê min, kezeba min, jîyana min, qurban, her kesê/kesa min. Ma têrê nake qey!
Kurdbûn xweş e û rihet e. De fermo dilê min.
Termê Simko axa di nav lepê zebenîyên şahê Îranê de.
Çiqasî ev dîmen mirov diêşîne wî qasî jî nefret û girrê li himber neyaran zêde dike.
Kurd namirin.
Xelkên Efrînê bi hêsran û alaya Kurdistanê hatin pêshwazîya shandeyên dezgeha Xêrxwazîyê ya Barzanî. Digotin: Bavê kal bi hewara me ve hat. Barzanî, kî chi dibêje bila bibêje, sembola milletê kurd e
Today in Erbil, I received the award for the Second Mem u Zin Festival. My heart is filled with joy, and I want to dedicate it to those who protect their identity with their writings.
#Ciwan_Haco
:
“Min di dawetan de nestraye. Lê ezê di daweta herdu keçên xwe de bistirêm”.
Îşev civata me û hunermendê mezin gelekî xweş bû.
@dilbixwindara
Dibêjin yek ҫû Yekîtiya Nivîskarên Kurd li bajarekî, dît navên nivîskaran wisa ne: Hejar, Perîşan, Cegerxwîn, Dil Êş, Jan, Xemgîn, Dilbirîn, Nalî, rabû got: ji van re nexweşxaneyek divê heyran! Ne yekîtiyeke nivîskaran.
Heta kurdek hebe wê ev alaya me nekeve erdê. emê Newrozan pîroz bikin. Girr û kîna we, qirkirin û qetilkirina gencên me mûma azadîyê venamirîne, ew ebedî ye, ezelî ye.
Bila birizin destên kujer û dijminên azadî û nasnameya me.
#Cin
êris
#efrin
#Newroz
#kurdistan
#serxweb
ûn
20 salên min in ez li Almanyayê me, lê min hîn nedîtiye kurdekî bi kurdî li ser dukana xwe, restorant yan bîroya xwe bi kurdî "jî" nivîsiye. 5 salên erebên Sûrî nebûne li vir, hemî bi erebî jî navên markêtên xwe dinivîsînin.
Em vala vala gazina qedexeya "neyêr" dikin.
Cilên me yên neteweyî gelekî ciwan in. Min wêneykî sêrtê dît, li destpêka sedsala bîstan, piranîya xelkê bi cilûbergên kurdî bûn. Vegera li van cilan vegera li nasnameyek winda ye.
Ziman dewlet e. Dewleta farisan neba, zimanê wan ji holê radibû. Farisî tevî ku zimanekî "dagîrbûyî" ye jî, ew ji ber ku millet azad e, bi dewlet e, li ber xwe dide.
Lê zimanê kurdî, li gel bêdewletbûnê jî, li ser nigan e. Îcar ku dewlet hebe zimanê me ê gavin mezin bavêje.
Sala 84an şerê çekdarî hat ragihandin û li encamê, û piştî 40 salî temam, gelek guhertin çêbûn.
Lê do êvarê ciwanên kurd şerekî aştîyane, sivîl û şaristanî ragihandin. Bi dîtina min ev gavek him di cih de ye, him ziyana wê kême, û him jî azadîya gelê kurd nêzîktir dike.
Bijîn
Biratîya Gelan derew e. Gel dikarin li kêleka hev bi aramî bijîn, têkilîyên berhemdar li dar bixn, li ser bingehên kultûrî bigihîjin hev û jiyanek bê şer jî bi hev re bijîn lê dîsa jî ne bira ne. Pêwendiya têgeha "Biratîya Gelan" bi polîtîkayê re nîne.
Ez kurd im. Alaya min ev e. Zimanê min zengîn û bi gelek zaravayên xweş tê axaftin. Welatê min Kurdistan e. Xewna min SERXWEBÛN e. Eger ez mirim û welatê me nebûbe dewlet li ser kêlegora serê min binivîsin: Ew jî wek seydayê xwe Ehmedê Xanî bi hesreta welatekî serbixwe çû.