-Mêrdînî mêr in
-Şirnexî şêr in
-Qersî bêxêr in
-Batmanî camêr in
-Rihayî bêkêr in
-Mûşî dengzêr in
-Dîlokî ziktêr in
-Amedî xedar in
-Dêrsimî kubar in
-Colemêrgî har in
-Sêrtî bêzirar in
-Çewlîgî xwînsar in
-Bedlîsî jar in
-Erziromî mar in
Ev stran -bi sedhezaran car hatibû guhdarkirin- ji teref malbata Seîd Yûsiv ve ji ber mafê telîfê ji rûpela Seyîdxan Sevînç a youtubeê hat rakirin me jî got em li vir par ve bikin.
Heyla min teqlomeqlo di analîz û îz’ana te kiro, min serserîkî di fêhm û feraseta te va radao, min bi hindilkê hebûn û nebûn, esl û fesl, çerx û felek, şimik û kumika te ga dao. Amîn welhemdûlilahî rebil alemîn.
Çi Rojhilat û Rojava, çi Bakur û Başûr li kîjan parçeyî Kurdek biêşe em hemû Kurd bi wê êşê diêşin. Ji bîr nekin, birîna me yek e.
#RojhilatKurdsAreNotAlone
Ev kes mekanên ku behsa wan tê kirin kêm zêde nas dikim. Yek ji wan jî ne sîxur e û ne meaşdarê ti kesî ye, hemû jî welatparêz û hevalê miletê xwe ne. Ji bo ku bikaribin karê xwe bimeşînin carcaran pera peyda nakin mekanê xwe digirin an kar û projeyên xwe taloq dikin ji bêperetî
Tew me hemû tişt safî kir îja dewleta mêr û jin ji me re derxistin. De îja were safî bike haa. Lao bila dewlet dewleta me be û te divê bila mêr be te divê bila jin be te divê bila bîseksuel an travestî be. Bes e yaw weleh we kuta îmana me û dev ji me berneda.
Min bona kuxikê dermanek amade kiriye bi pêxember Loqmanê Hekîm jî were nikare tiştekî wisa çêke:
Rabûm min sêv, leymûn zencefîl, beybûn, axlemûr, sînemakî, pûng, porteqal, hirmî, darçîn, mêxik û biyok di beroşekê de keland û niha jî vedixwim
Ji Mêrdîn heta Erdexanê
Tevî Mûş Qers û Wanê
Ji Ûrmiye heta Semsûrê
Tevî Efrîn Amed û Kirmanşanê
Ji Hewlêrê heta Silêmaniyê
Tevî Dîlok Sîne û Batmanê
Ji Agirî heta Qamişloyê
Tevî Elezîz, Seqiz û Xanê
Ji Zaxo heta Mehabadê
Tevî Meletî, Dîyala û Kamyaranê
++
Heger ev keçik bûya herî kêm wê 250 milyon kesî xwe bikira mamoste û bigota zimanê me rûmateya me ye, bêziman jiyan nabe were ez ê te bikim bilbila Kurdî û dev ji te berdim
Rojekê mêrikek diçe civata Seydayê Cegerxwîn, Seyda li hêla jor, li kêleka balîfê rûniştiye. Mêrik jî diçe li kêlaka dî a balîfê rûdinê, piştî demekê mêrik bo ku henekê xwe bike dibêje:
-Seyda, di navbera Kurd û kerê de çi heye?
Cegerxwîn wisa bersiva wî dide:
-Tenê balîfek heye!
Silavê bidin bêjin
-Ez Kurd im
Rabin bêjin
-Ez Kurd im
Rakevin bêjin
-Ez Kurd im
Rûnên bêjin
-Ez Kurd im
Ji xew rabin bêjin
-Ez Kurd im
Bixwin bêjin
-Ez Kurd im
Bigerin bêjin
-Ez Kurd im
Bistrên bêjin
-Ez Kurd im
Bikenin bêjin
-Ez Kurd im
Hûn çi dikin bikin, lê bêjin
-EZ KURD IM.
Li ser rêzefîlmê
#Malamin
ê çendak berê min heval rexne dikir û tevî hemû mafdariya hevalan, bona pêşketineke hunerî min qirêjî û kêmasiyên hin lîstikvanên vî rêzefîlmî dida hêlekê û bi çavekî erênî lê dinêrî. Na heyra na nabe, tu çiqa jî bixwazî ji gû bike zêr, ew gû dê nebe zêr!
Kurd mîrek in
Rûs wêrek in
Îngîlîz fenek in
Ereb dizek in
Tirk tirsek in
Faris virrek in
Cihû yek in
Ermenî girrek in
Roman parsek in
Emerîkî mijek in
Çînî zîrek in
Ûkraynî bebek in
Belûcî melek in
Yên ku dibêjin "Kurdan heta niha yekîtî ava nekirine" tiştekî ji bîr dikin: hemû Kurd di mejiyê neyarên xwe de yek perçe û yek reng in, neyar ti caran Kurdan ji hev cihê nakin.!!
Divê hemû kes û saziyên sîvîl ji bo keç û jinên Êzîdî ên ji hêla terorîstên Daişê ve hatin revandin û dîlgirtin têkevin nava tevgerê. Her çi ji destê wan were divê êdî bikin
Bi hezaran keç û jin ji sala 2014an ta îro di nav destên Daişa terorîst de ne.
#RescueYazidisKidnapped
Divê em yekrêz û yekhêz bin
Divê em yekrêz û yekhêz bin
Divê em yekrêz û yekhêz bin
Divê em yekrêz û yekhêz bin
Divê em yekrêz û yekhêz bin
Divê em yekrêz û yekhêz bin
Divê em yekrêz û yekhêz bin
Divê em yekrêz û yekhêz bin
Divê em yekrêz û yekhêz bin
Gelek Kurdînûs di hevokên xwe de daçekan bikar naynin ev jî di hêla rêziman de dibe sedema xeletiyê.
Mînak:
- Kurdî binivîsin (xelet)
- bi Kurdî binivîsin (rast)
- ez malê me (xelet)
- ez li malê me (rast)
- ez te re dibêjim (xelet)
- ez ji te re dibêjim (rast)
Rast binivîsin!
Hûn çi rexneyê dikin bikin ser çavan lêbelê hûn nikarin mirovên ku xebatekê dimeşînin bi etîketa îxanet û sîxurtiyê nîşanî raya giştî bidin.
#ÎşevNeBiTenêYe
Ev çend salên dawiyê keç û xortên li ser xetek dejenere bi devên xwe yên bigû
Ew stranên me ên kevn, xweş, giranbiha û gelêrî
ku her yek bi welatekî bû, tev lewitandin..!